Di êrişên Îsraîlê yên li ser Lubnanê de hejmara qurbaniyan derket 486'an

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê bîlançoya kuştiyên êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê ji destpêka şerê beriya hefteyekê ve derket 486 kesî. UNICEF’ê ragihand ku ji 2’yê Adarê ve 83 zarok hatine qetilkirin.

Ajansa nûçeyan a dewleta Lubnanê ku xwe dispêre Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, daxuyand ku di encama êrişên Îsraîlê li dijî Lubnanê de heta niha 486 kes hatine kuştin û zêdetirî 1300 kes jî birîndar bûne.

Ajansa zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF’ê daxuyand ku ji 2’yê adar û vir ve heta niha 83 zarok di encama êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dane û 254 zarok jî birîndar bûne.